2023-11-11T10:09:24.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja înê 10.11.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Stephen Charles Hitchen Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir.
Di civînê da berfirehkirina peywendiyên Brîtanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û diyaloga ji bona çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên rewşa aloza herêmî gotûbêj kirin.
Herdu aliyan civîna dawî ya di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi erênî nirxand û tekezî li ser berdewamiya diyaloga Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan kir û di vê çarçoveyê da balkişande li ser serdana dawî ya Serokwezîrê Iraqa Federal ya Herêma Kurdistanê.
Di mijareke din a civînê da behsa bandor û egerên kirîza Rojhilata Navîn hate kirin û her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku pêwîste seqamgîrî û aramiya deverê were parastin û rê neyê dan ku Iraq bibe beşek ji kêşeyan.
Parastina selametiya hêzên hevpeymanan li Iraqê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û navçeyê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş di civînê da gotûbêj kirin.