Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê digel Cîgira Wezîrê Derve yê Îtalyayê civiya

2022-06-04T14:50:05.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja şemiyê 04.06.2022ê, pêşwaziya xatûn Marina Sereni Cîgira Wezîrê Derve yê Îtalyayê û şandeya pê ra kir.

Di civînekê da, têkiliyên Îtalyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa navxweya Kurdistanê û metirsiyên teror û tevgerên Daîşê hatin gotubêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî xwesteka Herêma Kurdistanê nîşan da ku dixwaze têkiliyên xwe bi Îtalyayê ra, di hemû waran de, berfirehtir bike û zêdetir hevkarî di navbera her du aliyan da hebe. Di heman demê da, Serok Nêçîrvan Barzanî, li ser navê Herêma Kurdistanê, ji bo piştevanî û hevkariyên di warê mirovî û leşkerî da di dema şerê dijî Daîş da pêşkêşî Iraq û Herêma Kurdistanê kirine, spasiya Îtalyayê kir.

Her du alî li ser girîngiya hebûna seqamgîriya emnî, siyasî û aborî li Iraqê û pêwîstiya destpêkirina diyalogê ku hemû aliyên Iraqî bigehin li hevtêgihiştinê ku prosesa siyasî ji vê rewşa têda xetimiye rizgar bikin, hikûmetekê pêkbînin ku nûnertiya xwestekên gel û hemû pêkhateyên Iraqê bike, hevhizir bûn.

Xatûn Sereni dawetnameya birêz Wezîrê Derve yê Îtalyayê da destê Serok Nêçîrvan Barzanî ku serdana Roma ya paytexta Îtalyayê bike û wê tekîd li ser wê yekê kir ku Rojhilata Navin, Iraq û Herêma Kurdistanê, di warê girîngîpêdan, geşepêdan û alîkariyan da ji bo Îtalyayê di rêza pêşîn daye û welatê wê bi girîngî ve li Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre.

Di civînê da ku, birêzan Balyozê Îtalyayê yê Iraqê, Konsolê wî welatî yê Herêma Kurdistanê amade bûn, berhevî û çalakiyên Îtalyayê yên di warê kultûrî û şûnewarnasînê da li Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa Sûriyeyê û çend mijarên din hatin nirxandin.