Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê digel Fermandarê Giştî yê Artêşa Pasdaran civiya.

2024-05-08T06:40:12.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya bernameya serdana xwe ya Tehranê da, roja sêşemiyê 07.05.2024ê, digel birêz General Hisên Selamî Fermandarê Giştî yê Supayê Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê civiya.

Di civînê da peywendiyên Îranê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra bi taybetî di warê ewlehiyê da hatin gotûbêj kirin. Her du aliyan li ser xurtkirina zêdetir ya hevkarî û hevahengiya di navbera aliyên peywendîdar yên Komara Îslamî ya Îranê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra ji bo parastina ewlehî û aramiya sînoran û rûbirûbûna gefên ji her aliyekê bin guftûgo kirin.

Di mijareke dinê hevdîtinê da behsa bandor û encamên kêşeyên Rojhilata Navîn li ser rewşa navçeyê kirin. Her du aliyan tekez kirin ku divê hemû ji bo parastina aramiyê û nehiştina zêdebûna aloziyan bixebitin.

Hevkarî û hevahengiya ewlehî û leşkerî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê, rûbirûbûna metirsiya terorê û hin mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş gotûbêj kirin.