Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê digel şandeke Komara Îslamî ya Îranê civiya

2024-06-06T16:25:29.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja pênçşemê 06.06.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya şandeke Komara Îslamî ya Îranê ku, ji parêzgarên parêzgehên hevsînor digel Herêma Kurdistanê û hejmarek ji nûnerên nawçeyê li Parlamentoya Îranê pêkhatibûn kir.

Di hevdîtinê da, her du aliyan kêfxweşiya xwe bi asta peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê nîşan dan û tekez li ser berfirehkirina tevgera bazirganî, hatûçûn û veguhestinên li deriyên sînorî kirin û çendîn pêşniyar ji bo zêdekirina geştên asmanî yên rasterast, zêdetir berfirehkirina hevkariyên di warê pizîşkî û geştiyarî digel vekirina devera bazirganî ya azad di navbera wan da kirin.

Her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku hevbeşiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê gelek in û xwesteka dualî ya ji bo pêşxistina hemû warên hevkarî û peywendiyên hevbeş nîşan dan. Şanda mêhvan spasiya Herêma Kurdistanê ya ji bo hêsankirina derbasbûna heciyên Komara Îslamî ji bo perestgehên olî li başûrê Iraqê kirin.

Di civînê de aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê, Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê û Konsulê Îranê yê li Silêmaniyê jî amade bûn.