Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê digel Serokê Parlamentoya Îranê civiya

2024-05-07T13:08:01.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şandeya pê ra, di duyemîn roja serdana xwe ya fermî ya bo Tehranê da, roja sêşemiyê 07.05.2024 ê, digel birêz Mihemed Baqir Qalîbaf Serokê Encûmena Şûraya Îslamî ya Komra Îslamî ya Îranê civiyan.

Her du aliyan, di civînê da, li ser girîngiya hebûna peywendiyên baş yên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Komara Îslamî ya Îranê ra li ser bingeha cîrantiya baş û berjewendiyên hevpar tekez kirin. Di vî warî da behsa derfet û çawaniya pêşxistina hemû warên peywendiyan û hevkariya di navbera her du aliyan da kirin.

Her du alî hevfikir bûn ku, di warên bazirganî, aborî, veberhênan, çandinî, geştiyarî, çandî, perwerde û di gelek warên din da derfên zêdetir yên Komara Îslamî ya Îranê digel Iraq û Herêma Kurdistanê hene, ji bona vê yekê jî girînge aliyên peywendîdar yên her du aliyan zêdetir li ser wan waran bixebitin.

Rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê jî di civînê da hatin gotûbêjkirin.