2023-11-15T10:53:30.000000Z
Îro çarşemê 15.11.2023ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Volker Persîs Serokê Tîma Serbixwe ya Pêdaçûna Stratejîk ya erkê Şandiyê Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) kir.
Di civînê da, di derbarê erk û serdana birêz Persîs bo Iraqê û civîn û hevdîtinên wî yên digel berpirsên payebilind yên Iraqê danustandinan kirin û bîr û ramanan li hev guhertin û ronahî xistin li ser kar û xebata tîm û ajansên Neteweyên Yekgirtî li Iraq û Herêma Kurdistanê.
Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî spasî û pêzanînên xwe ji bo rol û piştevaniya Netewên Yekgirtî, ajans û rêxistinên wê li Iraqê û hevkariyên wê di war û qonaxên curbicur da, amaje bi hewl û xebata UNAMI kir ku piştî proseya azadkirina Iraqê alîkariya Iraqê di warê aramiyê, pêşdebirina demokrasiyê û başkirina karê saziyan daye.
Ji aliyê xwe ve, birêz Persîs dîtin û nêrînên di derbarê erkê UNAMI li Iraqê û daxwaza Iraqê ya ji bo pêdaçûna bi erkên nûneratiya Netewên Yekgirtî pêşkêş kir û herwesa spasiya têbînî û nêrînên cenabê Serokê Herêma Kurdistanê yên derbarê erk û karkirina Neteweyên Yekgirtî û ajansên wê ji bo hevkarî û piştgirîkirina Iraqê da bilind nirxand.
Di beşekî dinê vê hevdîtinê da, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê bi giştî gotûbêj kirin.