2024-04-28T10:31:30.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di duyem roja serdana xwe ya ji bo Bexdayê da îro danê sibê 28.04.20224 ê, digel birêz Dr. Latif Reşîd Serokkomarê Iraqa Federal civiya.
Di civînê da rewşa giştî ya Iraqê û girîngiya parastina aştî û aramiyê, pêşxistina kerta aborî û xizmetguzariyê, piştevaniya Hikûmeta Federal ya ji bo cîbicîkirina bernameya xwe, diyaloga Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da li gor destûrê û hevkarî û hemahengiya di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da di hemû waran da hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekez li ser bihêztirkirina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û serkeftina guftûgoyên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da kirin. Herwesa, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Iraqa Federal di civîna xwe da behsa serdana birêz Serokwezîrê Iraqa Federal ya Amerîkayê û serdana birêz Serokkomarê Tirkiyê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê û encamên her du serdanan di warê pêşxistina têkiliyên Iraqê digel Amerîka û Tirkiyê, bi taybetî di warê aborî û bazirganî û hevkariyên hevbeş ji bo şerê dijî terorê da kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî careke din dupat kir ku, Herêma Kurdistanê amadeye bi diyalog û li hevtêgihiştinê li ser bingehê destûrê pirsgirêkên xwe yên digel Bexdayê çareser bike, bi taybetî ew pirsgirêkên peywendî bi rewşa jiyana welatiyan ve heye. Di vê derbarê da birêz Serokkomar balkişandin li ser girîngiya berdewamiya civîn û serdanên şandên her du aliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
Di civînê da, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Iraqa Federal êrîşa şeva borî ya firokeyên bêfirokevan li ser kêlgeha gazê ya Kormorê li parêzgeha Silêmaniyê şermezar kirin û ew êrîş bi binpêkirin û destdirêjiya li ser serweriya Iraqê û wek gef û metirsî li ser aştî û aramiya welat bi nav kirin.