Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê digel Serokomarê Îranê civiya

2024-08-01T07:32:29.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya serdana xwe ya fermî ya Komara Îslamî ya Îranê da, îro çarşemê piştî nîvro 31.07.2024ê li Tehranê, bi birêz Mesûd Pizîşkiyan Serokomarê Îranê ra civiya.

Di civînê da birêz Serokomarê Îranê spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û şanda pê ra kir ku beşdariya merasîma sondxwarin û destbikarbûnê kirin û tekez li ser wê yekê kir ku Îran dixwaze di hemû waran da peywendiyên xwe û hevkariyên hevbeş yên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê ra berfirehtir bike.

Serok Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, spasiya vexwendinê kir û tekez li ser wê yekê kir ku, Herêma Kurdistanê Îranê weke cînarekî girîng dibîne û kar ji bo pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Îranê ra dike, herweha Serok Pizîşkiyan di dema serdana wî ya çaverêkirî ya Bexdayê de vexwend Hewlêrê.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze rêjeya geştiyarên Îranî ya başûrê Iraqê bi rêya Herêma Kurdistanê hejmara geştiyarên zêde bike û danûstandinên bazirganî di navbera her du welatan de berfirehtir bike û amaje bi wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê tu carî nabe metirsî bo ser Îranê û welatên cîran.

Di civîna ku şanda pê re jî tê da amade bû, her du aliyan pesnê peywendiyên dostane yên kevnar yên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê kirin û amaje bi alîkarî û hevkariyeke aktîv ya Îranê di warê ewlehiyê da digel Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo parastina aştî û aramiyê kirin.