Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê digel Serokomarê Iraqê civiya

2024-04-07T11:37:26.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 07.04.2024ê li bajarê Bexdayê, digel birêz Dr. Latif Cemal Reşîd, Serokomarê Iraqa Federal civiya.

Di civînê da rewşa giştî ya welat, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, rêkeftina herî dawî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ya derbarê mûçeyên mûçegirên Herêma Kurdistanê û hewlên çareserkirina hemû pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê li ser bingehê destûra gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekezî li ser berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û cîbicîkirina rêkeftina Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletî ya pêkanîna Hikûmeta Federalî û dabînkirina maf û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê û mûçegirên wê dûr ji pirsgirêkên siyasî kirin, herwesa hevkarî û hevahengiya aliyên siyasî ji bo parastina aştî û îstiqrarê li welat bi pêwîst zanîn.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir ku lihevtêgihîştina Hewlêr û Bexdayê û rêkeftina li ser mijara mûçeyê dê bandoreke erênî li ser pêşxistina peywendiyên her du aliyan bike. Di vê derbarê de spasiya rol û hewldanên Serokomar yên ji bo çareser kirina kêşeyan kir.

Birêz Serokomarê Iraqê, ji aliyê xwe ve, tekezî li ser girîngiya piştevanîkirina cîbicîkirina karnameya Hikûmeta Federalî kir û rola birêz Serokê Herêma Kurdistanê di çareserkirina pirsa mûçe û berdewamiya hewlên wî yên ji bo lihevnêzîkkirina aliyên siyasî û çareseriya pirsgirêkan bilind nirxand.