Îro Yekşem 08/11/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di peywendiyeke telefoniyê de digel birêz Umêd Xoşnaw, Parêzgarê Hewlêrê, dûvdaçûna encamên lehiya şeva borî ya li Hewlêrê kir, herwiha zirarên lehiyê, bi taybetî zirarên welatiyan, gotûbêj kir.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê, digel hevxemî û pêşkêşkirina sersaxî û hevxemiyê ji bo malbat û kesûkarên qurbaniyên lehiyê, Parêzgarê Hewlêrê û aliyên peywendîdar spartin ku hemû alîkarî û piştgiriya pêwîst pêşkêşî lêqewimî û zirarmendan bikin, di heman demê de pengavên pêwîst ji bo çareserkirina paşmayên lehiyê bavêjin.
Ji aliyê xwe ve, birêz Parêzgarê Hewlêrê rûnkirinek derbarê rewşê, qebareya ziraran û wan rêkarên ku hatine girtin pêşkêş kir, herwiha spasiya xwe û rûmeta xwe ji bo birêz Serokê Herêma Kurdistanê ji bo dûvdaçûn û girîngîdana berdewam a bi rewşa welatiyan û zirarmendan re dubare kir.