Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê dûvdaçûnê ji bo lêqewimiyên lehiyê kir

2021-10-31T15:06:35.000000Z
Nûçe
Nîvroya îro yekşem 31.10.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyeke telefoniyê da li gel birêz Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê, dûvdaçûnê ji bo ziyanên lehiya li Hewlêr û çend navçeyeke tixûbên parêzgehê kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî rewş û halê lêqewimiyan û ziyanmendên wê ji birêz Parêzgerê Hewlêrê pirsî û zanyariyên li ser rêkar û proseya bi hanaveçûn û çawayiya muamelekirina aliyên peywendîdarên hikûmî li gel rewşê û lêqewimiyan da wergirt.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê dûpat kir ku Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji nêzîk ve dûvdaçûna meydanî ya cihên ziyanberketiyên lehiyê kir û aliyên peywendîdar ra‌spardiye ji bo hevkarîkirin û yarmetîdana lêqewimiyan û dabînkirina pêdiviyên wan. Her wiha ragihand xweşbextane hîç ziyaneke canî li lehiyan de nebûye.

Ji aliyê xwe ve birêz Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê ji bilî pêşkêşkirina zanyariyên li ser cîh û qebareya ziyanan û rewşê bi giştî, ji bo pirsîn û dûvdaçûna rewşa lêqewimiyan û ziyanmendan û amadehiya ji bo yarmetîdan û hevkarîkirina wan, spasî birêz Serokê Herêma Kurdistanê kir.