Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê êrîşa Şarebanê şermezar kir

2023-12-01T09:57:41.000000Z
Nûçe
Em êrîşa terorîstî ya ku şeva borî li devera Omraniyê ya navçeya Şeraban a parêzgeha Diyalayê pêk hat û di encamê da çendîn welatî hatin şehîd kirin û çendên din jî birîndar kirin, bi tundî şermezar dikin.

Xwedayê mezin ruhê şehîdan bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şad bike û hedarê bi malbat û kesûkarên wan bibexşe û em sersaxiyê ji wan ra dixwazin û hevxemê wan in. Ji birîndaran ra selametî û başbûneke bilez dixwazin û nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê ji bo her alîkariyek pizîşkî bo birîndar û qurbaniyan amade ne.

Ev êrîşên terorîstî metirsiyê li ser asayîş û aramiya welat çêdike û wê rastiyê jî îsbat dike ku teror hîn jî tehdîd û kêşeyeke ciddî ye û divê bi hemû hêz û îmkanan bi hevkarî û hevahengiya zêdetir di navbera Arteşa Iraqê û Pêşmerge û hêzên emnî û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî berevaniyê bikin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.12.2023