Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Balyozê Amerîka hilbijartinên Iraqê guftûgo kirin

2021-10-26T06:49:08.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Êvariya îro dûşem 25.10.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê û şandeke li gel da civiya.

Li civînê da hilbijartina Encumena Nûnerên Iraqê û encamên wê, rewşa Iraqê bi giştî û pêşbîniyên ji bo paşeroja proseya siyasî guftûgo kirin.

Her du alî hevra bûn ku proseya dengdanê li rûyê teknîkî ve bi awayeke rêkupêk û bêkêşe birêveçû, her wiha girînge piştî pejirandina encaman hikûmeteke giştgîr li Iraqê pêkbê ku bersîvdana hêvî û bendewariyên welatiyên bê.

Her li vî derbarî de balkişandin li ser peyama Encumena Asayîşa Navdewletî ku piştevaniyê li proseya dengdanê kir û bi hengaveke girîng da zanîn. Her wiha rola Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinên Iraqê li encamdana proseya dengdanê û rola Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrûpa û Komkara Erebî û ew hemû aliyên piştevaniya vê proseyê kirin, bilind hate nirxandin.

Serok Nêçîrvan Barzanî tîşk xiste li ser yasaya hilbijartinê ku cara yekeme li Iraqê kar pê tê kirin û dûpat kir Serokayetiya Herêma Kurdistanê kar ji bo ewe dike li gel hemû aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê bicive bo ku yekrêziya aliyên Kurdistanî pêkbîne.

Peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Amerîka, peywendiyên Hewlêr - Bexda, hewlên Iraqê yên ji bo asayîkirina peywendiyên li gel welatên hevsû û cîran û navçeyê, girîngiya hewlên ji bo çareserkirina kêşeyên helawestiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê û bi cîhkirina destûr, rêkeftina Şingalê, peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran, metirsî û gefên Da'îş, rewşa Sûriye û pêşhatên Efxanîstanê, çend mijareke dinê civînê bûn.