![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2021/10/NB_Balyozi-UK-21-10-2021.jpeg)
2021-10-21T12:26:23.000000Z
Sibehiya îro pênçşem 21.10.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Mark Bryson-Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.
Li civînê de peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Brîtanya, pêşhatên dawî ya rewşa Iraqê, hilbijartina Encumena Nûneran û encamên wê, pêşketina proseyê li gor carên berê û girîngiya yek alî kirina her kêşeyek ya rêkarên yasayî, peywendiyên Hewlêr - Bexda, serdana meha derbasbûyî ya Serok Nêçîrvan Barzanî ya Londonê, hengavên rûbirûbûna pejika kovid - 19, şerê terorê û rûbirûbûna Da'îşê guftûgo kirin.
Her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyan kirin û hevra bûn ku Hikûmeta paşerojê ya Iraqê bersîvdana xwest û çaverêyiyên xelkê welatiyan bê. Ji bo rûbirûbûna pejika Kovid-19 û bandorên wê jî bi taybetî li warê perwerde û aborî da, berfirehkirina proseya derzîlêdana dijî pejikê bi pêwîst û girîng zanî, her wiha xweşhaliya xwe bi proseya hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê bi yarmetiya hevpeymaniya navdewletî ya rûbirûbûna Da'îşê de nîşan da.
Li beşeke dinê civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistanî li Bexda û hewlên Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya bi vê navê da kir, her wiha spasî piştgîrî û hevkariyên Brîtanya ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û balkişand li ser berdewamiya dûvdaçûna encama serdana wan ya Londonê û hevdîtin û civînên li gel birêz Serok Wezîr û berpirsên dinê Brîtanya da û pesnê rola Balyozxane û Konsolxaneya Brîtanya li Bexda û Hewlêrê ya li vî derbarî de kir.
Nirxandina rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijareke dinê civînê bûn ku birêz Konsolê Giştî yê Brîtanya jî têda amade bû.

![](/uploads/old_images//2021/10/NB_Balyozi-UK1-21-10-2021.jpeg)