Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Balyozê Brîtanya li Iraqê civiya

2021-02-02T07:23:38.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Êvariya îro dûşem 01.02.2021 li Hewlêrê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Stephen Hickey Balyozê Brîtanya li Iraqê civiya.

Li civînê de pêşxistina peywendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê, rola civaka navdewletî ya li yarmetîdana Iraq û Herêma Kurdistanê, yarmetîdana Brîtanya ya ji bo bihêzkirina sazî û damezraweyan û proseya çaksaziya li Iraq û Herêma Kurdistanê, hengavên dawî yên guftûgoyên Hewlêr – Bexda, pirsa budce û beşa Herêma Kurdistanê, rewşa navxweya Herêmê, rêkeftina Şingalê, metirsiyên terorê û serhildana Da'îş, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û pêşbîniya nexşeya siyasî ya piştî hilbijartinan hate nirxandin.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser amadeyî û xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina yekcarekiya tevahiya kêşeyên li gel Bexda ya li ser bingeha destûr û girîngiya cêgîrbûna sîstema federaliyê kir û balkişand li ser wê yekê ku çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Federal, kilîla aramiya niha û paşeroja Iraqê ye.

Li civînê de ku birêz James Thornton Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê amade bû, her du alî li ser girîngiya bi cîhkirina rêkeftina Şingalê û gihîştina Hewlêr û Bexda bi rêkeftin û çareserkirina kêşeyên wan bi hevrebûn. Her wiha birêz Balyozê Brîtanya amadehiya welatê xwe ji bo berdewamiya hevbeşî û piştgîriya li Iraq û Herêma Kurdistanê, dûpat kir.