Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Balyozê Qeter li Iraqê civiya

2019-09-30T01:30:32.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dûpat kir ku Herêma Kurdistanê ji bo veberhênana biyanî amadeye û hemû hêsankariyek ji bo veberhênerên Qeterî pêşkêş dike, bo ku beşdarî li proseya pêşketina Herêma Kurdistanê da bikin. Beşdarîkirina kompanyayên Qeteriyan jî li Pêşangeha Navdewletiya Project Irak da ku sibê dûşem li Hewlêrê birêve diçe, bi girîng û erênî da zanîn. Her wiha daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên li gel Qeterê dûpat kir.

Li civîna ku nîvroya îro yekşem 29/09/2019 li Hewlêrê li gel birêz Xalid Hemed El Silîtî Balyozê Qeter li Iraqê û şanda li gel da, Serok Nêçîrvan Barzanî tîşk xiste li ser peywendiyên Hewlêr û Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên di navbera her dû aliyan, rewşa siyasî û aborî ya li Herêma Kurdistan û Iraqê û rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve birêz Balyozê Qeter li Iraqê, ji bilî gihandina silav û rêzên Serkirdayetiya Qeterê bi Serok Nêçîrvan Barzanî, dûpat kir ku welatê wan xwazyarê zêdetir pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistan û Iraqê ye û ji bo vê mebestê jî niyaza xwe ya ji bo vekirina Konsolxaneya Qeter li Hewlêrê û handana kerta taybet û sermayedarên Qeterî ji bo veberhênan û sermayeguzariya li Herêma Kurdistanê de nîşan da.