2023-10-09T14:22:54.000000Z
Îro dûşem 09.10.2023 ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê da digel Stîvan Hitchen Balyozê Brîtanyayê li Iraqê behsa bihêztirkirina peywendî û hevkariyên hevbeş ya di navbera Brîtamya û Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa siyasî li Iraqê kirin.
Di civînê da her du aliyan li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û kêşeyên ku rûbirûyê wan dibin, gotûbêj kirin. Di vê derbarê de her du alî tekez li ser girîngî û pêwîstiya yekdengî û yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û yekdengî û yekhelwestiya wan li Bexdayê kirin.
Peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û rewşa Sûriyê û kampa Holê û girîngiya parastina aramiyê û pêşhatên dawî yên li herêmî bi giştî çend mijarên din ên civînê bûn.