Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Çînê kir

2022-08-28T15:11:53.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 28.08.2022e li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Sui Wei Balyozê nû yê Komara Gel a Çînê li Iraqê û şandeya pê re kir.


Di hevdîtinê da, Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê nû yê Çînê kir, hêviya serkeftinê jê re xwest û piştevaniya Herêma Kurdistanê jî, ji bo serxistina kar û erkên wî de, nîşan da û xwesteka Herêma Kurdistanê ya berfirehkirina têkiliyên digel Çînê di hemû waran de nîşan da.


Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya Çînê kir ku di dema belavbûna vîrusa Koronayê (Covîd-19) da pêwîstiyên pizîşkî pêşkêşî saziyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê kirin.


Birêz Balyozê nû yê Çînê li Iraqê, Ji aliyê xwe ve, sosretiya xwe ji bo avadanî û pêşketina Herêma Kurdistanê nîşan da û rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê da bilind nirxand û tekez li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên digel Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Wê yekê da destnîşan kir ku Iraq hevbeşek girîng ya bazirganiyê digel Çînê ye, û hêvî xwest ku asta henardekirin û hawirdekirinê digel Iraq û Herêma Kurdistanê zêde bibe.


Her di vê hevdîtinê de behsa kar û çalakiyên Balyozxaneya Çînê li Bexdayê û konsolxaneya wan ya li Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî û çend mijarên din yên girîng û hevbeş hatin gotûbêjkirin.