![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2021/09/NB_Balyozi-Ferensa-25-9-2021.jpeg)
2021-09-26T06:32:56.000000Z
Êvariya îro şemî 25.09.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Eric Chevallier Balyozê nû yê Fransa li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê û hêviya serkeftinê ji bo birêz Balyoz xwest û Serok Nêçîrvan Barzanî bi kurtî di derbarê rewşa siyasî, hilbijartin û pêşbîniyên ji bo paşerojê ya proseya siyasiya li Iraqê, peywendiyên Hewlêr - Bexda, metirsiyên Da'îş û gefên li ber Iraqê pêşkêş kir.
Her du alî xwestên xwe yên hevbeş yên ji bo pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Fransa derbirî û hevra bûn ku Fransa û civaka navdewletî dikarin hevkar û yarmetîder bin ji bo çareserkirina kêşeyan û parastina aramiya li Iraqê ku bandoreke erênî li ser aramiya navçeyê ve jî heye.
Derfeta veberhênan û sermayeguzariya zêdetirê Fransî li Iraq û Herêma Kurdistanê. rewşa Sûriye û navçeyê bi giştî, mijareke dinê hevdîtinê bû ku birêz Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê jî têda amade bû.

![](/uploads/old_images//2021/09/NB_Balyozi-Ferensa1-25-9-2021.jpeg)