Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Fransayê kir

2025-03-16T17:41:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvariya îro yekşem 16.03.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Patrick Durel Balyozê Fransa li Iraqê re civiya.

Li civînê de peywendiyên Fransa bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û çawayî ya bihêz kirina hevkariyên di navbera her du aliyan yên li warê cûda de guftûgo kirin. Her wiha di derbarê rewşa giştî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên navçeyê, bi taybetî li Sûriyê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî rûmetên xwe ji bo piştgîriya berdewamiya Fransa li Herêma Kurdistanê derbirî. Her wiha tekez li ser girîngiya bihêz kirina peywendiyên her du aliyan yên li hemû waran da kir.

Ji aliyê xwe ve, birêz Balyozê Fransa ji bilî bi bîranîna cangoriyên kîmyabaran kirina Helepçeyê, dûpat kir ku welatê wan li piştgîrî kirina Herêma Kurdistan û Iraqê de berdewam dibe. Her wiha pesnê rolê her du yan li parastina aramiya li navçeyê da kir.

Li civînê de birêz Yann Brem Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê amade bû.