Îro Yekşemê 09.08.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li Xatûna Holly Ware, Konsula Giştî ya nû ya Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê kir.
Di civinê de, Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî bixêrhatinê, pîrozbahiya destbikarbûna wê li Xatûn Ware kir û hêviya serkeftinê di erka wê ya nû de wek Konsula Giştî ya Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê jê re xwest, her wiha piştgiriya Herêma Kurdistanê, ji bo bêtir pêşxistina peywendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê ji bo karên wê de nîşan da.
Ji aliyê xwe ve Konsula Giştî ya Brîtanyayê, kêfxweşiya xwe bi hevdîtina digel Serokê Herêma Kurdistanê û destbikarbûna xwe wek Konsula Giştî ya Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê anî ziman û tekez li ser kar û hewldana ji bo pêşxistina zêdetir a peywendiyan di hemû waran de kir.
Gotûbêjkirina li ser dawî pêşhat û rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê, aliyekî din ê hevdîtinê bû.