Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Holanda kir

2023-06-21T15:14:06.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Berî nîvroya îro çarşem 21/06/2023 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Hans Sandee Balyozê Holanda li Iraqê kir.‏

Li civînê de bihêzkirina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Holanda, pêşhatên dawî û rewşa navxweya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê bi giştî û rewşa koçberan li wargehên Herêma Kurdistanê xistin ber behs û ‏guftûgoyan.‏

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahiya ji bo destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û piştgîriya Herêma Kurdistanê ya ji bo kar û çalakiyên wî nîşan da. Her wiha spasiya hevkariyên Holanda yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir bi taybetî li warê cûr bi cûr kirina çavkaniyên aborî û pêşxistina kerta çandinê da.‏

Ji aliyê xwe ve birêz Balyozê Holanda, dûpat kir ku hikûmeta welatê wî bi aramî û seqamgîriya Iraqê û Herêma Kurdistanê wekî herêmekî girîng û federaliyê ve ‏pêdagire. Her wiha berdewamiya hevkariyên ji bo aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir û ‏hevkariyên Herêma Kurdistanê ji bo koçber û penaberan bilind nirxand.‏

Nirxandina rewşa mafên mirovav, karên rêxistinên nehikûmiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê û çend babetekî dinê girîng û hevbeş, aliyekî dinê civînê bû ku birêz Konsulê Giştî yê Holanda li Herêma Kurdistanê jî têda ‏‏amade bû.