2022-02-17T16:35:56.000000Z
Îro pênçşem 17.02.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Maurizio Greganti Balyozê nû yê Îtalya li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de birêz Greganti xweşhaliya xwe bi destbikarbûna xwe ya li Iraqê derbirî û bi kurtî behsa kar û programên xwe yên paşerojê kir, her wiha tekez li ser pêşxistina zêdetirê peywendiyên welatê xwe ya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Pêşhatên dawî ya şerê dijî terorê û gef û metirsiyên Da'îş û rûbirûbûna wan, mijareke dinê hevdîtinê bû. Têda birêz Balyozê Îtalya rola Pêşmerge ya li rûbirûbûn û têkşikandina Da'îş de bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahiya destbikarbûna birêz Greganti, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û piştgîriya xwe ji bo programên wî nîşan da, her wiha xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Îtalya bi taybetî li warê bazirganî û veberhênanê da, dûpat kir.
Rêzdar tîşk xiste li ser rewşa emnî û siyasiya Iraqê û li vî derbarî de tekez li ser girîngiya operasyona hevbeşên artêşa Iraqê û Pêşmerge li gel Hevpeymanan ya ji bo ji navbirina terorê kir, her wiha amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûr nîşan da.