2023-10-23T12:34:42.000000Z
Îro piştî nîvro 23.10.2023ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi helkefta xatir xwestinê û bi dawî hatina erkê wî yê li Iraqê, pêşwaziya birêz Ehmed Emced Elî Balyozê Pakistanê li Iraqê kir.
Serok Barzanî spasiya kar û hewlên Balyozê Pakistanê yên ji bo pêşxistina peywendiyên Pakistanê digel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû da xwest.
Balyozê Pakistanê jî, ji aliyê xwe ve, spasiya hevkarî û hevahengiya aliyên peywendîdar yên Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo serxistina kar û erkên wî kir, hêviya zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera welatê xwe û Iraq û Herêma Kurdistanê da xwest.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên herêmê jî hatin gotûbêjkirin.