Îro danê nîvro roja sêşemê 01.10.2024ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê da digel birêz Elbrus Kutrashev Balyozê Rûsya li Iraqê li ser peywendiyên Rûsyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û li ser hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê danustandina bîr û ramanan kirin.
Her du alî tekez li ser girîngiya hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê kirin û hêviya kampanyayeke aram û serkeftî ji bo proseya dengdanê û herwiha pêşbînî û nêrînên xwe li ser encamên hilbijartinan û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê anîn ziman.
Pêşhatên dawî yên şerê Ukraynayê û rewşa Rojhilata Navîn û encamên wê, mijareke dinê vê hevdîtinê bû ku birêz Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê jî tê da amade bû.
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Rûsyayê kir.
2024-10-01T09:15:00.000000Z