Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Swêdê kir

2021-10-21T12:28:01.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Berî nîvroya îro pênçşem 21.10.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Jonas Lovén Balyozê nû yê Swêd li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li birêz Balyoz kir, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke ji bo serkeftina erkê wî dûpat kir, her wiha pesnê yarmetiyên Swdêd ya ji bo Herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Balyozê Swêd behsa girîngîdana welatê xwe ya bi peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê ya li hemû waran da kir bi taybetî jî handana kompanyayên Swêdî ya ji bo veberhênanê li Iraq û Herêma Kurdistanê.

Serok Nêçîrvan Barzanî hemû amadehiyeke Herêma Kurdistanê ji bo pêşwaziya veberhênana Swêdî derbirî, her wiha bi kurtî di derbarê yasaya hilbijartinê li Iraqê û proseya dengdan û encamên wê xiste rû. Li vî derbarî de spasî alîkariya Unami, Yekîtiya Ewrûpa û hevbeşên navdewletî ya li gel Komîsyona Bilinda Hilbijartina Iraqê da kir.

pêşxistina peywendiyan, nirxandina rewşa navçeyê bi giştî, bandorên guhertina keşuhewa ya bi taybetî li ser Iraqê, kar û çalakiyên nûnerayetiya Hikûmeta Herêmê û revenda Kurdistanî li Swêdê, mijarên dinê hevdîtinê bûn.