Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê kir

2022-09-07T17:06:33.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 07.09.2022ê, pêşwaziya birêz Ville Varjola Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê kir.

Di dîdarekê da birêz Varjola, birêz Andres Weyberg Serokê nû yê şandiyê rawêjkarî yê Yekîtiya Ewrupayê li Iraqê bi Serok Nêçîrvan Barzanî nasand û behsa bername, kar û çalakiyên tîma Yekîtiya Ewrupayê li Iraq û Herêma Kurdistanê kir û got ku ew dixwazin û amadene çalakiyên xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê berfirehtir bikin. Şandeya mêvan helwest û xebatên birêz Nêçîrvan Barzanî û vizyon û destpêşxeriyên wî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê bilind nirxandin.

Serok Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, pîrozbahîya destbikarbûnê li Serokê nû yê şandiyê rawêjkarî yê Yekîtiya Ewrûpayê li Iraqê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û spasiya rol û alîkarî û çalakiyên Yekîtiya Ewrûpayê û saziyên wê li Iraq û Herêma Kurdistanê kir, herwesa tekîd li ser girîngiya arîkariyên Yekîtiya Ewrûpayê bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji bona pêşxistina demokrasiyê, mafê mirov, azadî û azadiya raderbirînê û hemû ew warên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê sûdbexş bin kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan ra bi kurtî behsa rewş û proseya siyaî li Iraqê kir û tekîd li wê yekê kir ku bêyî diyalog, lihevtêgihiştin û hestkirin bi berpirsiyariya niştimanî arîşeyên Iraqê çareser nabin, ji ber vê divê di vê qonaxê da hemû hêz, alî û pêkhateyên Iraqê seqamgîriya siyasî weke erkê xwe yê sereke û pêşîn bibînin û ji bo vê armancê kar bikin.

Têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên di navbera wan da, rewşa navxwe ya Kurdistanê û hilbijartinên wê û berfirehkirina Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrûpayê li Herêma Kurdistanê çend mijarên din yên civînê bûn.