2022-10-16T11:16:10.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 16.10.2022ê li bajarê Hewlêrê, di hevdîtinekê da pîrozbahiya destbikarbûnê li birêz Maksim Robin Konsolê Giştiyê nû yê Rûsyayê yê Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê jê ra xwest, herwesa, hemû piştevaniyek ji bo serxistina erkên wî û xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo xurtkirin û berfirehkirina têkiliyan bi Rûsyayê ra nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, birêz Konsolê Giştî yê nû yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe bi destbikarbûna xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û amaje bi peywendiyên kevnar ên navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê da kir û hêvî xwest ku bi piştevaniya aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê ew bikaribe têkiliyên her du aliyan ber bi pêşve bibe.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.