2022-08-24T11:10:37.000000Z
Îro çarşem 24.08.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya li birêz Irvin Hicks Jr. Konsolê Giştiyê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê kir.
Li civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî bixêrhatinê, ji bo destbikarbûna wî pîrozbahiyê lêkir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest, her wiha hemû piştgîriyeke Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erka wî ya nû de nîşan da.
Ji aliyê xwe ve birêz Konsolê nû yê Amerîka xweşhaliya xwe bi destbikarbûna xwe ya li Herêma Kurdistanê derbirî û tekez li ser xwesta welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê dûpat kir.
Her du alî pêşhatên dawî yên li Iraqê û kêşeyên li ber proseya siyasî guftûgo kirin û li vî derbarî de Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku çareseriya rewşa Iraqê tenê bi guftûgo û hevdû têgihiştina li ser bingeha destûrê tê kirin, her wiha behsa rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û girîngiya yekrêziya di navbera aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê kir.
Di derbarê peywendiyan jî, Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku derfeta alîkariya Amerîka li gel Iraq û Herêma Kurdistanê heye bi taybetî li warê veberhênan û kerta taybetda.
Şerê dijî terorê û metirsiyên Da'îş, girîngiya pêşxistina bi demokrasiyê û parastina mafên mirov û azadiyan û azadiya raderbirînê li Herêma Kurdistanê, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên din yên vê civînê bûn.