Îro Şemî 28.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Mihemed Şiya El-Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê, wergirt.
Di peywendiyê de, Serokwezîr El-Sûdanî bi tundî êrîşa dronî ya ku îro li ser mala Serok Nêçîrvan Barzanî li Dihokê hatibû kirin şermezar kir, û herweha pesna helwestên wî yên niştimanî û dilsoziya Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo bihêzkirina lihevkirina di navbera hemû Iraqiyan de da.
Her di vê çarçoveyê de ragihand ku wî ferman daye ji bo damezrandina tîmeke hevbeş a ewlehî û teknîkî di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo lêkolîna bûyerê û destnîşankirina wan encamderan.
Herweha di peywendiyê de, birêz Serokwezîrê Iraqê tekez li ser dilsoziya Hikûmeta Federal kir ji bo rêgirtina li her aliyekî derve an navneteweyî ku bixwaze Iraqê bikişîne nava nakokiyên herêmê, û dubare kir ku hemû hewldan dê ji bo parastina serwerî, ewlehî û aramiya Iraqê werin bikaranîn.
Ji aliyê xwe, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya peywendiya Serokwezîr El-Sûdanî û hewldanên Hikûmeta Federal ji bo parastina ewlehî û aramiyê kir.
Di mijareke din a peywendiyê de, pêşketinên dawî yên rewşa Iraq û herêmê hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan tekez li ser girîngiya zêdekirina hewldanên ji bo bicihkirina aramiyê kirin.