2023-08-23T10:15:03.000000Z
Îro çarşemê piştî nîvro 23.08.2023ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di dîdarekê da digel Mark Straw Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê li Herêma Kurdistana, tevî bixêrhatinê, hêviya serkeftinê jê ra xwest û hemû piştevaniya xwe ji bo serxistina erkê wî û xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina têkiliyên xwe digel Amerîkayê nîşanda.
Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê kêfxweşiya xwe ji bo wergirtina erkê xwe nîşan da û tekezî li ser pêdagiriya welatê xwe ya ji bo bihêztirkirina peywendiyên digel Herêma Kurdistanê û xurtkirina hevkariyên hevbeş kir.
Her di vê hevdîtinê da, rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.