![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2023/08/NB_Konsli-Nwey-Hindistan-22-8-2023.jpg)
2023-08-22T16:34:25.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 22.08.2023ê li bajarê Hewlêrê, di hevdîtinekê digel Madan Gopal Konsulê Giştî yê nû yê Hindistanê li Herêma Kurdistanê û şandeke pê ra tevî bixêrhatinê, piştgiriya xwe û aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê jî ji bo serxistina erkê wî û pêşxistina peywendiyên Hindistanê digel Herêma Kurdistanê nîşan da.
Serok Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser wê yekê kir ku Hîndîstan welateke ku, Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî dikare di gelek waran da ji pisporî, şarezayî û ezmûna wê sûd werbigre, ji ber wê jî girînge Herêma Kurdistanê girîngiyê bide pêwendiyên digel Hindistanê. Her wiha balkişand li ser girîngiya vekirina geştên asmanî yên rasterast di navbera Herêma Kurdistanê û Hindistanê da.
Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê nû yê Hindistanê kêfxweşiya xwe ji bo wergirtina erkê xwe yê li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser kar û hewlên xwe yên ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê da kir.