2024-01-31T09:27:24.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 31.01.2024ê li bajarê Hewlêrê, di civînekê da digel birêz Nicolas Sterioulas Konsulê Giştî yê Yûnanîstanê li Herêma Kurdistanê kir û bi boneya destbikarbûna wî pîrozbahiyê li wî kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û piştevaniya xwe ji bo serkeftina erkê wî nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê nû yê Yûnanistanê li Herêma Kurdistanê, kêfxweşiya xwe ji bo wergirtina postê Konsulê Giştî yê welatê xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da, spasiya piştevaniya Serokê Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku bikaribe peywendiyên welatê xwe û hevkariyên hevbeş digel Herêma Kurdistanê ber bi pêş ve bibe.
Nirxandina rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û aloziyên navçeyê bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn.