2021-06-01T14:38:16.000000Z
Nîvroya îro sêşem 01.06.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Esed Elîdanî Parêzgerê Besrayê kir.
Li hevdîtinê da ku birêz Aras Hebîb Kerîm Endamê Encumena Nûneran amade bû, rewşa Besrayê û parêzgehên Başûrê Iraqê bi giştî li rûyê proseya avadankirin û binyatnan û xizmetguzariyê ve nirxandin û tîşk xistin li ser girîngiya bingehsazî û pêdana derfetên zêdetirê kar û veberhênanê bi kerta taybetî ya navxweyî û biyanî.
Li vî derbarî de mînaka serkeftiya kertê taybet li Herêma Kurdistanê û ew rola ber bi çav ya li encamdana kar û projeyên jêrxanê ya li hemû waran da li xwe digre, xistin ber behs û her du alî hevra bûn ku Iraq pêwîstî bi yasayekî hander û dostaneya veberhênan û rêkxistina sîstema bankdariyê heye.
Birêz Parêzgerê Besrayê, ji bilî destxweşî û sosretiya bi asta avadanî û binyatnan û projeyên xizmetguzariyên Herêma Kurdistanê, tekez li girîngiya sûdwergirtina Besra û parêzgehên dinê Iraqê li pêşketinan û ezmûna serkeftiya Herêma Kurdistanê kirin û alîkariya di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Besrayê bi pêwîst zanî.