2021-09-04T17:11:58.000000Z
Piştî nîvroya îro şemî 04.09.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Necîm El Cibûrî Parêzgerê Nînowayê kir.
Li hevdîtinê de rewşa giştiya Nînowa û rewşa asayîş û xizmetguzarî û aborî û proseya avadankirin û amadekariyên ji bo hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel parêzgeha Nînowa hatin guftûgo kirin û her du alî hevrê bûn ku pêwîste rewşa Şingalê li çarçêweya rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê da bê çareser kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî piştgîriya Herêma Kurdistanê ya ji bo erk û hengavên birêz parêzger û îdareya Nînowa ya ji bo dabînkirina aramî û çalakiyên aborî û karên mirovî û proseya avadankirinê derbirî û tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê li gel ewe daye koçberên navçeyê bi xwest û biryara xwe û piştî ku aramî li navçeyên wan cêgîr bibê vegerin Mûsil û navçeyên dinê Nînowa.
Rewşa siyasî û gefên terorê û kirdarên Da'îş li navçeyê û çend pirseke dinê girîng hevbeş bûn, mijarên dinê hevdîtinê bû.