Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Wezareta Derve ya Amerîkayê kir

2024-05-09T14:06:45.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 09.05.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya xatûn Ezra Ziya Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê ya ji bo karûbarên asayîşa sivîl, demokrasî û mafên mirovan kir.

Di civînekê da ku, Balyozê Amerîka li Iraqê û hejmarek ji berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê amade bûn, tekezî li ser parastina mafên mirovan, pêşxistina demokrasî û azadiyan li Herêma Kurdistanê kirin. Herwesa rol û bandora rêxistinên nehikûmî di civakê da û rewşa koçber û penaberan û pêkhateyan gotûbêj kirin.

Her du aliyan li ser hindek têbînî û kêmasiyên di warê mafên mirovan û azadiyan da nêrînên xwe anîn ziman û li ser girîngiya berdewamiya hevkariya di navbera aliyên peywendîdar yên her du aliyan da ji bo baştirkirina van waran li Herêma Kurdistanê hevfikir bûn. Herwesa tekez li ser pêşxistina buhayên hevbeş û parastina mafê pêkhateyên neteweyî û olî kirin.

Xatûn Ziya çanda pêkvejiyanê, lêborîn û pirdengiyê li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û amadehiya aliyên peywendîdar yên ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê di warê pêşxistina mafên mirovan û azadiyan û rola yasayê nîşan da û Herêma Kurdistanê wek şirîkê girîng yê Amerîkayê nirxand.

Rewşa Êzdiyan û girîngiya cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal da ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, vegerandina bi dilxweşî ya koçberan û debara wan, jiyana koçber û penaberan û jiyana koçberan di nava kampan da mijareke dinê civînê bû.