Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Banka Navendî ya Iraqê kir

2023-10-19T23:09:34.000000Z
Nûçe
Roja pênçşemê danê êvarê 19.10.2023ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Elî Mohsin El-Allaq Serokê Banka Navendî ya Iraqê civiya û rewşa darayî ya Iraqê, nirxê dînarê Iraqî û hewlên Banka Navendî yên ji bo aramiya darayî û aborî û derfetên veberhênanê li Iraqê gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî hewlên Banka Navendî ya Iraqê yên ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan û parastina nirxê dînarê Iraqî bilind nirxandin û herwesa, balkişand li ser karên pêşîne yên Banka Navendî ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan û çareserkirina pirsgirêkên nextîne û darayî.

Her du alî tekez li ser hevkarî û hemahengiya di navbera bankên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Banka Navendî ya Iraqê kirin û çendîn mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş gotûbêj kirin.