Berî nîvroya îro Sêşemê 13.10.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Antti Poutkonen Balyozê Fînlandayê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de, pêşxistina têkiliyên Fînlandayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û derfetên berfirehkirina hevkariya hevbeş di warên cuda de hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekez li ser xwesteka dualî ya ji bo bihêzkirina têkiliyan di warên cuda de kirin.
Rewşa giştî ya Iraq û navçeyê, têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û berdewamiya hewldanan ji bo parastina aramî û ewlehiyê, mijareke din a civînê bû.