Berî nîvroya îro Sêşemê 13.10.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Radu Dobre, Balyozê Romanyayê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de bal kişandin li ser asoya têkiliyên Buxarêstê ligel Bexda û Hewlêrê, digel gotûbêjkirina çawaniya pêşxistina hevkariya hevbeş a di navbera wan de bi taybetî di wan warên ku ji bo herdu aliyan girîng in.
Dawîn pêşhatên siyasî û bandor û encamên wan li ser asayîş û ewlehiya Iraq û navçeyê, digel tekez kirina li ser girîngiya hewlên dîplomatîk ji bo aramkirin û parastina aramiyê, mijareke din a hevdîtinê bû.