Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li hejmareka nivîskar û rewşenbîrên Kurdistana Îranê dike

2022-06-19T12:52:12.000000Z
Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 19.06.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya li komeka nivîskar, akademîsyen û rewşenbîrên rojhilatê Kurdistanê kir ku ji bo beşdarîkirinê di merasima nasandina çend kitêbên belgenameyî da li ser şoreşên Barzan, serdana Herêma Kurdistanê kiribûn.

Serokê Herêma Kurdistanê bi germî bixêrhatina şandeya mêvan kir û behsa pêşvebirina têkeliyên Herêma Kurdistanê digel Komara Îslamiya Îranê di warê kultûrî û rewşenbîrî da kir. Serok Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku pira têkeliyên kultûrî û rewşenbîrî di navbera her du gel û welatên dost û cîran da mukimtir bibe.

Rewşa nivîskariyê, edebiyata Kurdî û bizava çap û weşana Kurdî li Herêma Kurdistan û Îranê digel çend mijarên din yên girêdayî bi van waran ve, di dîdarê da hatin gotubêj kirin.

Xebatên ji bona komkirina belgenameyên derbarê dîroka Kurdistanê û şoreşên wê di arşîvên welatên cîran û cîhanê da di civînê da hatin behs kirin û di vî warî da, kar û xebatên enstîtuya Kurdistan li Tehranê û yên birêz Behramî Weledbegî û hevkarên wî yên ji bo komkirina belgenameyan û çapkirina wan bilind hatin nirxandin.

Şandeya mêvan vizyona aşitîxwazane û xebatên siyasî û diplomasî yên birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li ser asta navxwe, Kurdistan, Iraq û herêmî bilind nirxandin û serkeftinê jê ra xwestin.