2022-07-28T15:12:56.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja pênçşemê 28.07.2022 ê li bajarê Hewlêrê, bi awayeke cûda cûda pêşwaziya li birêz Oleg Levin Konsolê Giştî yê Rûsyaya Federal û Omer Elkinderî Konsolê Giştî yê Kuweytê li Herêma Kurdistanê kir ku bi minasebeta bi dawî hatina erk û karê wan û ji bo xatirxwastinê serdan kiribû.
Di dîdarekê da, Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bona piştevanî û rola wan di xurtkirin û berfirehkirina têkiliyên welatên wan digel Herêma Kurdistanê, spasiya herdu konsolan kir û hêvî ji wan re xwest ku di erk û karê xwe yê nû da serkeftî bin. Serok Nêçîrvan Barzanî careka din tekîd kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze têkiliyên xwe digel her yek ji Rûsyaya Federal û Kuweytê berfirehtir bike û behsa têkiliyên dêrîn yên digel Rûsya û Kuweytê kir û hevkarî û alîkariya wan herdu welatan di warên cuda da ya Herêma Kurdistanê bilind nirxandin.
Her du konsolan; yê Rûsyayê û yê Kuweytê, spasiya hevkarî û piştevaniya birêz Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar yên Hikûmeta Herêma Kurdisanê kirin ku, di dema li Herêma Kurdistanê kar dikir piştevan û hevkarên kar û çalakiyên wan bûn.
Pêşhatên siyasî û emnî li Iraq, herêmî û cihanê û çend mijarên din yên aktuel di rojeva Iraq û Herêma Kurdistanê da di vê hevdîtinê de hatin gotûbêj kirin.