Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Tevgera Demokrata Aşûrî kir

2021-04-12T20:09:32.000000Z
Peyam û Peywandî
Birêzan Sekreterê Giştî û Endamên Mekteba Siyasî û Serkirdayetiya Tevgera Demokrata Aşûrî

Li çil û duyemîn salvegera damezrandina tevgera we ya têkoşer da, germtirîn pîrozbahiyê li we yên birêz û hemû endam û alîgir û cemawerê tevgera we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Li vê helkeftê de, dakokiyê li ser firehiya siyasî û pêkveyî û tebayî ya aliyên siyasî û çarenivîsa hevbeşa hemû netewe û ol û pêkhatên Kurdistanê dikim û parastin û kûrkirina kultûra pêkvejiyanê erkê me hemû aliyane.

Dûbare pîrozbahiyê li we dikim, bi wê hêviya helkeftên paşerojê li rewşeke bextewer û baştir da pîroz bikîn.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê
12.04.2021