Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê serdana Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir

2021-05-04T17:35:47.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ
Piştî nîvroya îro sêşem 04.05.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêzan Cîgirên Serok li Silêmaniyê serdana birêz Mihemed Hacî Mehmûd Sekreter û Mekteba Siyasiya Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê û hewlên bi navê yekxistin û hevhelwestiya hêz û aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê da guftûgo kirin. Li vî derbarî de birêz Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, hewl û hengavên Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi girîng û pêwîst da zanîn û hemû piştgîriyekî Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê dûpat kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya bireveçûna tevahiya hêz û aliyên siyasî beşdar û derveyê Hikûmetê ji bo hewlên yekrêzî û dirustkirina çarçêweyekî hevbeşa alîkarî û hemahengiya di navbera aliyan kir heta hemu pêkve bikarin serkeftiyane dijwariyên vê qonaxê derbas bikin û bi karê pêkveyî ber bi paşerojeke baştir ya Herêma Kurdistanê hengav bavêjin.