
Rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li nameyeke hevxemiyê ya ji bo birêz Yaşar Guler Wezîrê Berevaniya Tirkiyê de, sersaxiyê li Tirkiye û malbat û kesukarên wan serbazên welatê wan kir ku di rojên derbasbûyî li bûyerek da li şikefteke navçeyên çiyayî yên Herêma Kurdistanê, canê xwe ji dest dan û hejmarek ji wan jî birîndar bûn.
Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê li nameya xwe da ji bilî derbirîna hevsozî û hevxemiyê, hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran xwest. Herwiha tekez li ser berdewamiya alîkariyên hevbeş yên di navbera her du aliyan ya ji bo serxistina aştî û parastina asayîş û ewlehiya li navçeyê da kir.