2019-07-22T08:54:05.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peyamek da, bi helkefta koça dawî ya Mamosta Ferîd Zamdarê Helbestvan ve, pirse û serxweşiyê li malbat û kesukarên xwedê jêrazî kir ku eve jî naveroka wê ye:
Nûçeya koça dawî ya şaîrê diyarê Kurdistanê xwedê jêrazî Mamosta Ferîd Zamdar gihîşt min. Bi vê boneya xemgîn ve pirse û serxweşiyê li malbat û kesukar û dost û hevalê wî û li helbestvan û nivîskar û edebdostên Kurdistanê dikim, hevbeşê xema wanim. Xwedayê mezin ruh û giyanê xwedê jêrazî bi bihûşt şad bike û hedar û sebirê bide me hemûyan.
Bîranîna Mamosta Ferîd Zamdar bi berhem û peyv û şî'irên xweşik û bi hêz, herdem li cîhana edeba Kurdî da bi zîndî dimînê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22.07.2019