Piştî nîvroya îro Duşem 20/07/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî, pêşwaziyê li birêz Andrew Bizley, Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de, birêz Serokê Herêma Kurdistanê spasiya birêz Konsulê Giştî yê Brîtanyayê kir ji bo kar û hewlên ku di dema erka xwe de dane ji bo pêşxistina peywendiyên Brîtanyayê ligel Herêma Kurdistanê, herwiha hêviya serkeftinê di erka wî ya nû de jê re xwest.
Ji aliyê xwe ve, birêz Konsulê Giştî yê Brîtanyayê spasiya xwe û rêzdariya xwe pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ku hevkar û alîkar bûn ji bo serxistina erka wî, herwiha tekez li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo berdewamiya bihêzkirina peywendiyên welatê xwe bi Herêma Kurdistanê re kir.