Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Yekîtiya Ewropayê kir

2026-08-30T09:01:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Berî nîvroya îro Yekşemê 30/08/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Clemens Semtner, Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê kir.

Di hevdîtinekê de ku birêz Stefan Wendt, berpirsê nû yê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê amade bû, rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê spasî û rûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rol û piştevaniya berdewam a Yekîtiya Ewropayê li Iraq û Herêma Kurdistanê dubare kir. Herwiha ji bilî piştevaniyê, pîrozbahiya destbikarbûnê li birêz Wendt kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Ji aliyê xwe ve birêz Semtner tekez kir ku Yekîtiya Ewropayê pêdagir e bi piştevanî û hevkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê, herwiha xwazyar e peywendiyan zêdetir pêş bixe û di hemû waran de dê berdewam be li ser alîkariya wan.

Rewşa navxwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê û dawîn pêşhatên navçeyê, mijareke din a hevdîtinê bû.