Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Fransayê rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj kirin

2023-11-15T10:54:46.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 15.11.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Eric Chovalier Balyozê Fransayê li Iraqê kir.

Her du aliyan, di hevdîtinê da, pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û hewlên ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Fransayê digel Iraqê û Herêma Kurdistanê, rewşa Rojhilata Navîn û bandor û encamên wê gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî berdewamiya gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan û serdana vê dawiyê ya Serokwezîr û Wezîrê Petrolê yên Iraqê ya Hewlêrê bi gavên erênî wesif kirin û tekez li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi Hikûmeta Federal a Iraqê ra li ser bingeha destûrê kirin.

Di derbarê rewşa aloz ya Rojhilata Navîn da, her du aliyan behsa hewlên ji bo nehiştina aloztirbûna rewşê kirin û tekezî li ser girîngiya parastina seqamgîrî û aramiya Iraqê ku, divê Iraq nebe beşek ji nakokiyan û divê ewlehiya hêzên hevpeyman û dîplomatan were parastin.

Serdana dawî ya Serok Nêçîrvan Barzanî ya Parîsê û hevdîtina wî digel Serok Macron ra, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û çend mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş çend mijarên din yên hevdîtinê bûn.