2023-08-09T15:44:12.000000Z
Îro piştî nîvro roja çarşemê 09.08.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz David Berger Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir.
Di civînekê da peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û girîngiya çareserkirina pirsgirêkên navbera wan, hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, rewşa Şingalê û pêkhateyên olî hatin gotûbêjkirin.
Birêz Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kêfxweşiya xwe li hember diyarkirina roja hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê nîşan da û pesna wê pêngavê da, Birêz Serokê Herêma Kurdistanê jî pabendbûna Herêma Kurdistanê di hilbijartinan dupat kir û spasiya piştgîriya Amerîkayê ji bo hilbijartinan kir.
Her du alî li ser girîngiya cîbicîkirina rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û pêwîstiya parastina pêkhateyên olî li Iraq û Herêma Kurdistanê hemfikir bûn.
Çend mijarên din yên balkêş û rewşa navçeyê bi giştî mijareke din yên vê hevdîtinê bûn.