Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Parêzgarê Besrayê harîkariya parêzgehan gotûbêj dikin

2026-05-05T13:19:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Her di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, êvara îro sêşemê 05.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de bi birêz Esed El-Îdanî, Parêzgarê Besrayê re, rewşa parêzgehê û peywendiyên wê yên bi parêzgehên Herêma Kurdistanê re gotûbêj kirin.
 
Herdu aliyan tekezî li ser giringiya berfirehkirina asoyên harîkariya hevbeş kirin, her wiha derbarê çawaniya fêdedîtina ji ezmûnên serkeftî yên parêzgehan di warên cuda de, nerînên xwe guhertin.
 
Pêvajoya siyasî û rewşa giştî ya welat, beşek din a hevdîtinê bû.